Stoltenberg: Tirkiye di mijara endamtiya Îsveçê ya NATO de pêngavên erênî avêt
PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê NATOyê Jen Stoltenberg ragihand ku Tirkiye di mijara endamtiya Îsveçê ya NATO de pêngavên erênî avêtiye. Stoltenberg hem got ku wê konseya NATO-Ukrayna bê avakirin û wê desteka leşkerî ji bo Ûkraynayê zêde bibe û dewam bike.
Piştî civîna wezîrên bergiriyê yên endamên NATO yê ya li Brukselê, sekreterê giştî yê NATOyê Stoltenberg bersivên rojnamevanan da. Li ser pirsa mijara endamtiya Îsveçê ya NATOyê Stoltenberg weha got:
“Di hefteyên borî de, di hevdîtina li Ankara ya bi serokkomar Erdoğan re, me di derbarê endamtiya Îsveçê ya NATOyê de pêngavên erênî avêt. Her çiqas hevdîtina me ya di mijarê de temamê pirsgirêkan çareser neke jî, pêngavên Îsveçê yên di mijara endamtiya NATO de bi erênî qebûl kir.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin