Berpirsekî Hizbullahê di êrîsa Îsraîlê de hate kustin
PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku berpirsê yekîneya moşekan a Hîzbûllaha Lubnanê hatiye kuştin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: "Balafireke hêzên asmanî ya Îsraîlê roja Înê li herêma Bazouriyeyê li dijî alîkarê fermandarê yekîneya fuze û roketan Elî Ebdulhesen Naîmî êrîşek pêk anî û di encama êrîşê de hat kuştin."
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku Elî Ebdulhesen Naîmî bi taybetî berpirsê birêxistinkirin û plankirina êrîşên li dijî sivîlên Îsraîlê ye.
Hizbûllahê derbarê vê êrîşê de hîn ti daxuyanî nedaye, lê ragihand ku wan roja Înê li ser sînorê di navbera Îsraîl û Lubnanê de binkeyên leşkerî yên Îsraîlê topbaran kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin