Berpirsên Amerîka û Ukraynayê li Stenbolê civiyan
PeyamaKurd – Nûnerên Amerîka û Ukraynayê ji bo gotûbêjkirina rewşa santrala nukleerî ya Zaporijya û referandûmên Rûsyayê yên li rojhilatê Ukraynayê, li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê hevdîtin kirin.
Di hevdîtina Şêwirmendî Asayîşa Netewî yê Amerîkayê Jake Sullivan û nûnerê bilind ê serokomariya Ukraynayê Andriy Yermak de, Sullivan diyar kir ku Amerîka di piştevaniya serwerî û yekparçebûna Ukraynayê de berdewam e.
Yermak jî derbarê civînê de got ku ew piştevaniya zêdetir ji Amerîkayê dixwazin û li ser tevlîkirina Rûsyayê ya 4 herêman bi referandûman jî got: "Pêwîst e civaka navdewletî derhal bersiveke guncaw bide Rûsyayê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin