Berpirsên Amerîka bi HSD, MSD û serokesîrên Dêrazorê re civiyan: Aliyan li hev kir...
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku ji bo bidawîkirina aloziyên li Dêrazorê, rayedarên Amerîkî bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) û serokên eşîrên Dêrazorê re kom bûn.
Balyozxaneya Amerîka ya Şamê îro Yekşemê 3yê Îlonê li ser rûpela xwe ya Facebookê eşkere kir, Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka Ethan A. Goldrich û Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê General Joel B. Vowell bi HSD, MSD) û serokên eşîrên Dêrazorê civiyan.
Hate diyarkirin kur di civînê de aliyan li ser çend mijaran lihev kir, ji wan jî girîngiya çareserkirina giliyên xelkê Dêrezorê, metirsiyên destwerdana derve di rewşa Dêrezorê de, girîngiya rawestandina şer di zûtirînê dem de û parastina sivîlan.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Goldrich û General Vowell tekezî li ser hevkariya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re di şerê li dijî DAIŞê de kirine.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ji roja 27ê Tebaxa 2023an ve, ji piştî girtina Fermandarê Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê Ebû Xewle ji aliyê HSDê ve, şer û alozî di navbera herdu aliyan de derketibû ku li gorî SOHRê heta niha herî kêm 52 kesan di wan pevçûnan de can daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin