Bersiva tund a Amerîkayê ji bo Hizbullahê: Wêrankirin nayê xeyalkirin!
PeyamaKurd – Piştî gotinên Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Nasrallah a “Em ê êrîşî baregehên Amerîkayê bikin” bersiva Amerîkayê ya ku Lubnanê kir hedef hat.
Civata Ewlekariya Netewî ya Amerîkayê hişyarî da ku Hizbullah û aktorên din divê sûdê ji nakokiyên di navbera Îsraîl û Hamasê de negirin, tekez kir ku wêraniya ku şerekî muhtemel wê ji bo gelê Libnanê çêbike, nayê xeyalkirin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Berdevkê Konseya Ewlekarîya Neteweyî ya Amerîkayê ve hat dayîn de, behsa axaftina Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Hasan Nasrallah kir û destnîşan kir, li Gazzeyê berfirehkirina pevçûnan nayê xwestin.
"Wêrankirina muhtemel a ku ew ê biceribîne nayê xeyal kirin."
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Haya me ji axaftina serokê Hizbullahê ya îro heye. Em ê nekevin pevçûnan. Amerîka naxwaze alozî û pevçûnên ku Hamasê anîne ser Îsraîlê zêde bike. Em û hevkarên xwe eşkere bûn: Hizbullah û aktorên din -dewlet hebe yan nebe- divê nexwazin ku ji pevçûnên berdewam sûdê werbigirin. Ev potansiyel heye ku bibe şerekî bi xwîntir ji şerê di navbera Îsraîl û Lubnanê yê di sala 2006an de. Amerîka naxwaze ev nakokî derbasî Lubnanê bibe. Wêraniya muhtemel a ku Libnan û gelê wê, wê bijîn nayê xeyal kirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin