Balyozxeneya Amerîkayê bersiva Soylu da: Amerîka hemû awayên terorê bi tundî sermezar dike
PeyamaKurd – Balyozxeneya Amerîkayê di daxuyaniyekê de bersiva gotinên Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu da ku digot em peyama sersaxiyê ya Amerîkayê qebûl nakin û got: “Amerîka hemû awayên terorê bi tundî şermezar dike û ligel hevpeymana me ya NATOyê Tirkiyê di nav hevahengiyê de û bi wê re tevdigere.”
Li Caddeya Îstîklalê ya bajarê Stenbolê do 13ê Mijdara 2022yan teqînek çêbû û di encama wê teqînê de 6 kesan can dan û 81 kes jî birîndar bûn ku rewşa dû ji wan ne cîgir e.
Piştî bûyerê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu 14ê Mijdara 2022ê serdana cihê bûyerê kir û daxuyaniyek da çapemeniyê û da zanîn, fermana teqînê li Kobanî ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel(YPG) ve hatiye dayîn û peyama sersaxiyê ya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqerê qebûl nekir û red kir.
Herwiha Suleyman Soylu li ser piştevaniya Amerîkayê ya ji bo HSDê jî rexne li wî welatî girtin û got: “Em sersaxiya Balyozxaneya Amerîkayê qebûl nakin û red dikin. Hevpeymaniya me ya ligel dewleteke ku navçeyên terorî yên Kobanî xwedî dike, hewil dide dide aramiya Tirkiyê têk bide û ji senatoya xwe pereyan ji bo wê dişîne, helbet cihê nîqaşê ye.”
Piştî daxuyaniya Soylu, Berdevkê Balyozxaneya Amerîkayê yê Enqerê li ser bersiva wan gotinan ji ajansa Almanî Deutsche Welle da û got: “Amerîka hemû awayên terorê bi tundî şermezar dike û ligel hevpeymana me ya NATOyê Tirkiyê di nav hevahengiyê de û bi wê re tevdigere.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin