Koreya Bakûr bersiva bangewaziya Amerîkayê da
PeyamaKurd - Li gor nûçeya Ajansa fermî ya Koreya Bakûr, Xuşka Serokê Koreya Bakûr Kim Yo-Jong bersîva Nûnera Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Amerikayê da û gef xwar ku ewê zêdetir satalytên sîxur bişînin fezayê.
Nûnera Daîmî ya NY ya Amerikayê Lînda Thomas-Greenfield, Satalyt şiyandina fezayê ya Koreya Bakûr wek "Gefxwarineke ji fêmkirinê dûr a li cîranên xwe û tiştekî metirsîdar" pênase kiribû û banga diyalogê li Koreya Bakûr kiribû.
Kîm di bersîva wê bangewaziyê de wiha got:
"Serxwebûna welatekî ciyê muzakere û diyalogê nîn e û ji ber vê yekê jî (Koreya Bakûr) dê bi vê mebestê bi Amerikayê re hevdîtin neke."
Kîm da zanîn ku ewê ji bo bihêzkirina serwerî û serxwebûna dewleta xwe hewldanên xwe berdewam bikin û weka hemû endamên NY tu astengî û bertengî li ser serweriya welatê xwe qebûl nekin.
Kîm dîsa ragihand ku ewê satalaytên nû jî bişînin fezayê û ji Thomas-Greenfield xwest ku ravekirina, çima Amerîka bi hebûnên xwe yên stratejîk li Koreya Bakûr in bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin