Bersiva Koreya Bakur: Bi balonan gemarê sande Koreya Basûr

29 May 2024 12:48 0 dîtin
Bersiva Koreya Bakur: Bi balonan gemarê sande Koreya Basûr

PeyamaKurd - Koreya Başûr ragihand ku Koreya Bakur bi nêzîkî 150 balonên sîxuriyê yên ku gemar û zibil tê de ne şandine nav axa Koreya Başûr.

Li gorî nûçeya ajansa Koreya Başûr YONHAPê, di daxuyaniya Sererkaniya Koreya Başûr de hat diyarkirin ku nêzîkî 150 balonên ku ji aliyê Koreya Bakur, ber bi Koreya Başûr ve hatine şandin sînor derbas kirine û li gelek deverên welêt ketine.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di balonên ku ketine de sergoyên wek şûşeyên plastîk, bataryayên ji nû ve veguherandin, perçeyên pêlavan, zibil hebûne û hate gotin ku “Ev kiryarên Koreya Bakur, ji bo ewlehiya gelê me gefeke ciddî ye.”

Komek çalakvanên sivîl a Koreya Başûr, di 13ê Gulanê de nêzîkî 20 balonên mezin ku tê de belavokên dijî rêveberiya Pyongyangê ber bi Koreya Bakur ve şandibûn .

Li ser vê yekê Koreya Bakur hişyarî dabû û diyar kiribû ku ew ê li deverên sînorî kaxizên çopê û axê belav bikin û bişînin başûr.

Li Koreya Başûr, kesên ku ji Bakur reviyane balonên ku tê de belavokên rexnekirina rêveberiya Pyongyang hene dişînin Koreya Bakur.