Koreya Bakur çopên xwe bi 720 balonan sand nav axa Koreya Basûr
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Koreya Bakur 720 turikên ku çop di nav wan de bû, bi rêya balonan şandin bi ser axa Koreya Başûr de.
Sererkaniya Artêşa Koreya Başûr derbarê vê kirina Koreya Bakur de daxuyaniyek da û ragihand, 720 balonên çopê yên ji Koreya Bakur hatine şandin ketine nav erda welatê wan û di nav de îzmarîtên cixareyan, kaxez û çopên plastîk hebûn.
Herwiha hişyarî hate dayîn ku kes destê xwe nede wan çopan û hêzên ewlekariyê agahdar bikin.
Serokwezîrê Koreya Başûr Han Duck-soo jî got, ev provakasyoneke ne ehlaxî ye û dê hikûmet û hêzên ewlehiyê bi aramî têkoşîna dijî wan bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin