Koreya Basûr wê bersiva balonên çopê bi dengê hoparloran a stran û nûçeyan bide!
PeyamaKurd – Koreya Bakur ev demek e ji nav sînorên xwe balonên tije çop bi ser Koreya Başûr de dişîne. Hate ragihandin ku wê Koreya Başûr jî bersiva vê kiryarê bide.
Piştî ku cardin Koreya Bakur balonê tije çop bi ser erdên Koreya Başûr de şandin, berpirsên Koreya Başûr jî ketin tevgerê.
Sererkaniya Artêşa Koreya Başûr (JCS) ragihand ku ew dê wekî bersiva balonên çopê bi hoparloran progandayê li ser sînorên Koreya Bakur bidin destpêkirin.
Herwiha JCSê daye xuyakirin, tevî hişyariyên wan jî Koreya Bakur tansîyonê bilind dike û dibe ev yek bibe sedema mirinan jî.
JCSê ragihand ew dê îro Yekşemê li demjimêr 13:00 dengê propagandayê bi hoparloran li ser sînorên Koreya Bakur bidin destpêkirin ku wê tê de nûçeyên cîhanê û stranên K-pop cî bigirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin