Bersiva tund a Bulgaristanê ji Pûtîn re!

16 December 2023 13:38 0 dîtin
Bersiva tund a Bulgaristanê ji Pûtîn re!

PeyamaKurd – Serokwezîrê Bulgaristanê Nîkolay Denkov şîroveya Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn a "Tevahiya Deryaya Reş Rûsî ye" weke "armanceke emperyal" a ku hin welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) dike hedef nirxand.

Serokwezîrê Bulgarîstanê Nîkolay Denkov, li Brukselê ku ji bo tevlî Civîna Konseya YE û lûtkeya YE-Balkana Rojava bibe, li ser nirxandinên Pûtîn ên derbarê Deryaya Reş de daxuyanî da rojnamevanan.

Denkov derbarê rewşê de ev daxuyanî da:

"Di salên berê de ji aliyê Rûsyayê ve daxuyaniyên ku bêhna daxwazên emperyal ji dihatin hatin dayîn. Ev daxwazên emperyal piraniya welatên heyî yên ku hin ji wan endamên Yekîtiya Ewropayê ne, hedef digirin. Ji aliyê din ve divê em ji van gotinan hişyar bin, ji ber ku her çend ew di destpêkê de tenê wekî daxuyaniyan xuya bikin, hin ji wan dikarin bibin planên çalakiyê."

Pûtîn di civîna çapemeniyê ya salane ya ku do hat lidarxistin û bi hev re li ser televizyon û radyoya welatê wî hat weşandin de li ser Şerê Osmanî-Rûsyayê (1877-1878) ku bi navê "Şerê 93an" jî tê binavkirin, nirxandina "Piştî Şerê Osmanî-Rûsyayê, tevahiya Derayaya Reş bû Rûsî" kir.