Bersiva tund a Qesra Spî ji Pûtîn re: Dev ji axaftina li ser hilbijartinên me berde!
PeyamaKurd – Şêwirmendê Ragihandina Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî Kirby ji Serokê Rûsyayê Pûtîn re ku gotibû ew ê di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de "piştgiriya Harris" bikin û got, "Divê Putin dev ji axaftina li ser hilbijartinên me berde."
Şêwirmendê Ragihandina Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby ji Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re ku gotibû ew ê ji bo hilbijartinên Serokatiya DYAyê "Piştgiriya Kamala Harris bikin" got, "Divê Putin dev ji axaftinên li ser hilbijartinên me berde."
Şêwirmendê Ragihandinê yê Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî Kirby bertek nîşanî Pûtîn a ku di civîna çapemeniyê ya ku bi telekonferansê ve li ser hilbijartinên serokatiya Amerîkayê nirxand, da.
Kirby li ser pirsa Pûtîn a ku gotibû ew ê piştgiriyê bide Harris jî wiha got: "Divê Putin dev ji hilbijartinên me berde, bi vî awayî piştgirîya tu kesî neke."
Kirby bal kişand ser wê yekê ku tenê gelê Amerîkayê wê biryarê bide ka wê serokê nû yê Amerîkayê kî be û got, divê Putin dev ji şîrovekirina hilbijartinên serokatiya Amerîkayê û destwerdana di hilbijartinan de berde.
Pûtîn beşdarî Foruma Aborî ya Rojhilat ku li Vladivostok a Rûsyayê hat lidarxistin bû û li ser pirsekê keniya û got: "Wekî ku min ji we re got, bijareya me Serok Biden bû. Niha ew ji pêşbirkê vekişiyaye, lê wî ji alîgirên xwe xwest ku piştgiriyê bidin Xanim Harris, ji ber vê yekê em ê bikin, em ê piştgiriyê bidin wê."
Pûtîn di berdewamiya axavtina xwe de wiha got: "Helbet hilbijartin ya gelê Amerîkayê ye û em ê rêzê li vê biryarê bigirin. Biryara li ser bijareyan ne girêdayî me ye, ev tercîha gelê Amerîkayê ye."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin