Bersûcên kustina welatiyên Herêma Kurdistanê, hatin desteserkirin
PeyamaKurd- Parêzgariya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku li ser bûyera kuştina 4 welatiyên Herêma Kurdistanê û birîndarkirina kesekî din (ku wî jî jiyana xwe ji dest da) 4 kesên şikdar hatine desteserkirin.
Li gorî daxuyaniya parêzgariyê, li ser bûyerê 4 kesên bi navên M.Ş, F.A, A.Y û A.K hatine desteserkirin û li ser bûyerê lêkolîn û lêpirsîn berdewam dike.
Di daxuyaniya fermî ya parêzgariyê de wiha hat gotin:
“Di derbarê bûyera roja 19.01.2023yan a li navçeya Artuklu ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ve û kuştina (4) welatiyên Iraqî û birîndarkirina welatiyekî Iraqî de 4 bersûcên bi navê M.Ş, F.A, A.Y û A.K ku wekî gumanbarên bûyerê dihatin dîtin, bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê hatin desteserkirin. Lêpirsîna di derbarê bûyerê de bi hûrgilî berdewam dike. Ji bo raya giştî, bi rêzdarî tê ragihandin.”
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, welatiyê Herêma Kurdistanê Mela Ehmed Celaleddîn ê ku duh bişev li Merdînê di encama êrîşeke çekdarî de birîndar bûbû jî îro canê xwe ji dest da.
Li ser bûyera ku qewimî, ji aliyê rayedarên Herêma Kurdistanê ve bertekên tund hatin nîşandan û ji rayedarên Tirkiyeyê hat xwestin ku demildest êrîşa hatiye kirin, ronî bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin