Berya civîn destpêbike heyeta Sûriyê terka NH kir
PeyamaKurd- Li bajarê Cenewreyê li baregeha Neteweyên Hevgirtî wê civîna duyem ya Komîta Destûrê ya Sûriyê despêbikira lê ji ber tewrê heyeta Sûriyê ku bi tundî tevgeriyan, baregehê terkkirin. Endamên nivîsandina destûrê ya ji 45 kesan pêk dihat li dora nîvro hatin baregeha Cenewreyê ya NH.
Piştî heyet di navbera xwe de civînan kirin, nûnerê taybet yê NH bo Sûriyê Geir O. Pedersen bi heyetan re ji hev cuda hat cem hev. Hevserokê komîta rejîmê Ahmed Kuzbarî xwest ku xalên nû bixe rojevê lê temsîlkarên muxalif û rêxistinên sîvîl qebûl nekirin. Li ser wê heyeta Sûriyê ya rejîmê terka wê derê kir û çûn otêla ku lê diman. Heyeta dinê ya muxalifan civîna xwe dewam kirin. Endamê komîta destûrê û berdevkê konseyê Yahya El Aridî bo çapemeniyê weha got:
“Îro civîna komta destûrê nehat kirin. Sedema wê jî li ser bernamê û teqwîmê me li hev nekir. Me du xalan da pêş. Yek jê pêşgotina destûrê ye û ya din xalên bingehîn yên destûrê ne. Me wan pêşkeşê komîteyê kir. Rejîm jî got komîte medyatik difikire û dixwaze her tiştî polîtîze bike. Rejîm xwest ku xalên li dijî terorê, rakirina dorpêçan û şermezarkirina Tirkiyê bixe rojevê.”
Aridî got ku mutabaqata Adanayê rejîmê îmze kiriye û niha ji wan dixwazin ku Tirkiyê şermezar bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin