Berya Kûpa FIFA yê destpêbike li balafirgeha Heatrowê grev destpêkir

18 November 2022 22:58 0 dîtin
Berya Kûpa FIFA yê destpêbike li balafirgeha Heatrowê grev destpêkir

PeyamaKurd – Li Îngîltere li balafirgeha bi navûdeng ya bi navê Heatrowê 700 xebatkar dixebitin û bi sedema sendika û karsaz di mijara mehaneyan de an rojaneyan de lihev nekirine, îro an ku di 18 ê mijdarê de karker dest bi grevê kirin û wê grev 3 roj bajo. Bi sedema berdana kar, di termînalên 2, 3 û 4 an de kêmasiya xizmetê, betalkirina bilêtan û di seferan de derengmayîn çêdibin.

Sendîka Unite di babeta biryara grevê ya berya Kûpa FIFA yê de, ragihand ku 700 xebatkar ketine grevê, bi karsaz re lihev nekirine û ji 18 ê mehê û pê de wê grev 3 roj dewam bike.