Besar Esed: “Ez destê xwe naxim nav karên Tirkiyê û kî qezenc dike min eleqedar nake”

13 May 2023 23:23 0 dîtin
Besar Esed: “Ez destê xwe naxim nav karên Tirkiyê û kî qezenc dike min eleqedar nake”

PeyamaKurd – Serokê dewleta Sûriyê Beşar Esed li ser hilbijartina Tirkiyê axifî û got ku ew bi karê siyaseta hundir ya Tirkiyê eleqedar nabe û kî qezenc bike jî pê eleqedar nabe. Esed weha got:

“Ez têkilî karên hundir yê Tirkiyê nabim û kî di hilbijartinê de qezenc dike eleqedar nabim. Ji bo min tişta herî girîng ew e kesê hat bijartin, bila bi Sûriyê re têkiliyên baş deyne, têkiliyan pêşde bibe û vekişîna ji Sûriyê bike.

Heya Tirkiyê ji Sûriyê venekişe bi Erdoğan re hevdîtin nakim. Divê temamê hêzên Tirkiyê ji Sûriyê vekişe.”