Bexda bû bajarê herî xerab ê ser rûyê erde

30 December 2020 12:59 0 dîtin
Bexda bû bajarê herî xerab ê ser rûyê erde

PeyamaKurd Di encama lêkolîneke dezgeha kompaniya aboriyê ya bi navê Mercerê ya salane dike de, Bexda weke bajarê herî xerab ê ser rûyê erde hat destnîşankirin. Herwiha Vîyana jî weke baştirîn bajarê cihanê destnîşan kiriye.

Dezgeha kompanyayê ya aborî Mercerê ku her sal derbarê bajar û paytextên welatan de lêkolînan çêdike û belav dike daye zanîn, paytextê Awistûrya Vîyana bajarê baş ê cihanê ye ji bo jiyanê û payxtexta Iraqê Bexda jî xerabtirîn bajarê cihanê ye li ser rûyê erde ji bo jiyanê.

Li gorî raporta Mercerê, di rêza bajar û welatên herî baş di rêza yekem de Vîyana û bi rêza duyem jî re Zurîx û rêza sêyem jî Okland cîh digire. Herwiha li ser asta welatên Erebî jî, bajarê herî xweş ê Erebî Dubai ye ji bo jiyanê û li ser asta cihanê jî di asta 75an de cîh digire.

Bajarê herî xerab ji bo jiyanê jî Bexda hatiye destnîşankirin, ku di rêza 230î de ye.

Hêjayî gotinê ye, bi dehan milîsên tûndrew li Bexdayê peyda bûne û rewşa emnî ya bajêr gelekî xerab bûye û ne artêşa Iraqê ne jî Hikûmet dikarin rewşa bajêr kontrol bikin û rojane li Bexdayê kiryarên terorîstî tên encamdan, balyozxaneyên welatên biyanî tên armanckirin.