SeaWorld: Bexda bajarê herî xeter ê cîhanê ye
PeyamaKurd - Di lîsta bajarên herî aram û ewle yên cihanê de paytexta Iraqê Bexda, bûye bajarê paşemîn.
Kovara SeaWorld, lîsta xwe ya 2024an a bajarên herî aram û ewle yên cîhanê ragihand.
Di lîstê de paytexta Iraqê Bexda ku bi dehan komên milîşeyên şîa yên girêdayî rejîma Îranêne tê de çalak in, bû bajarê paşemîn.
Di lîsta SeaWorldê de paytexta Îmaratê Abû Dabî jî bi rêjeya ji sedî 97,73 xalan wek bajarê ji serdan û rêwîtiyê re herî goncav hatiye destnîşankirin.
Piştî Abû Dabî, paytexta Taywanê Taîpeî di rêza duyemîn, Dohaya Qeterê jî di rêza sêyemîn de ye.
Paytexta Iraqê Bexda, bi rêjeya ji sedî 57.77 xalan di rêza 264an ango di rêza paşemîn de ye, lewre di lîstê de 264 paytextên welatên cîhanê hene.
Ajman, Dubai, Ras al-Khaimah û Muscat di nav deh bajarên herî aram û aram ên cîhanê de ne.
Pîvanên destnîşanakirina lîsta bajarên herê aram û ewle, rêjeya rûdanên sûc, hebûna hêza polês û bergiriyên ewlehiyê yên bajaran in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin