Bexda | Nêçîrvan Barzanî di roja sêyem de hevdîtinên xwe berdewam dike

12 April 2021 14:52 0 dîtin
Bexda | Nêçîrvan Barzanî di roja sêyem de hevdîtinên xwe berdewam dike

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro di roja sêyem a serdana xwe Bexdayê de, bi Serokê Kombûna Îslah Selîm Cibûrî, serokwezîrê berê yê Iraqê Adil Abdulmehdî û Serokê Encûmena Bilind a Îslamî ya Iraqê Humam Hemûdî re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê ku 3 roj in li Bexdayê ye ku hejmarek hevdîtin bi aliyên siyasî û her sê serokatiyên Iraqê Serokomar Berhem Salih, Serokwezîr Mistefa Kazimî û Serokê Parlamenê re pêk anîn.

Nêçîrvan Barzanî di wan hevdîtinan de, rewşa Iraqê ya siyasî û aborî û ewlehî, pêwendiyên Hewlêr – Bexda û guftûgoya çareserkirina kêşeyên wan, rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, hilbijartinên paşerojê yên Iraqê, metirsiyên terorê û gefên DAIŞê guftûgo kirin.

Nêçîrvan Barzanî doh 11ê Nîsanê li Bexdayê ji rojnamevanan re ragihand, divê bi hev re ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kar bikin û got, “Her pêşketineke di vî warî de, di berjewendiya Kurdistan û Iraqê de ye.”