Bi balafirên bêfirokevan êrîsî Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê kirin
PeyamaKurd – Şeva borî bi sê balafirên bêfirokevan, êrîşî Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê kirin.
Şaneya Ragihandinê ya Bexdayê diyar kir: “Piştî ku sê moşek arasteyî Binkeya Esmanî ya Beled a li parêzgeha Selahedîn hat kirin û ziyana giyanî û madî derneket holê, bi rêya sê balafirên bêfirokevan ên bombekirî, êrîşî Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê hat kirin, yek ji wan ji aliyê sîstema dijî moşekî, li esman hat teqandin û heta niha ziyan nayên zanîn.”
Herwiha di daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê de, tekezî li ser hewla hêzên ewlehiyê ji bo dîtin û desteserkirina encamderan hatiye kirin, ku bi aramî û seqamgîriya Iraqê dilîzin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin