Balafirgeha navdewletî ya Kerkûkê ji bo pejirandina ICAOyê amade ye
PeyamaKurd – Rêveberiya Balafirgeha Navdewletî ya Kerkûkê îro ragihand ku şandeyeke Rêxistina Hewayî ya Sivîl a Navdewletî (ICAO) serdana balafirgehê kiriye da ku çavdêriyê lê bike û di heyama du mehên bê de wê bixe nav lîsteya balafirgehên navdewletî.
Berdevkê balafirgehê Herdî el-Salhî ji Şefeq Newsê re got, “Pîsta şevê aniha bi ronahiyê û çavdêrên şevê bi temamî dabîn dibe, li gel tesîsên din ên temamkirî yên ku komîteyê lêkolîn û belge kirin,” û bal kêşa ku “komîteyê pesnê balafirgehê veda ku ew standardên navdewletî bi cih tîne.”
Wekî din jî anî zimên: “Niha balafirgeh rojane geştên xwe ji bo çend balafirgehên navdewletî yên welatên cîran pêk tîne û piştî bidawîkirina prosedurên îdarî yên pêwîst di heyama du mehên bê de, dema bikeve lîsteya balafirgehên navdewletî dê karibe hejmara geştên xwe yên berev balafirgehên din ên cîhanê jî zêde bike.”
Wî di berdewamê de jî got: “Balafirgehê karûbarekî pevguhertina pereyan ji rêwiyan re heye ku ji hêla pargîdaniyeke peymankirî ve tê pêşkêşkirin da ku dolaran bi nirxa fermî dabîn bikin,” û bal kêşa ser wê yekê ku “Balafirgeh şahida seyrûsefera mezin e ji wan rêwiyên ku ji parêzgehên cîran tên.”
ICAOya di 4ê nîsana 1947 de hatiye damezrandin, saziyeke Neteweyên Yekbûyî ye ku navenda wê li Montreala Kanadayê ye. Sazî bi wê rolê radibe da ku pêşxistina prensîb û teknîkên navîgasyona hewayî ya navdewletî, ewlehiya hewavaniyê, birêkûpêkkirina rêwîtiya hewayî ya der-sînor û danîna standardan ji bo vekolîna bûyerên hewayî dabîn bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin