Bi balafirên bêmirov êrîsî baregeha Hesda Seibî kirin

19 July 2019 20:27 0 dîtin
Bi balafirên bêmirov êrîsî baregeha Hesda Seibî kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi balafirên bê firokevan êrîşek bi ser baregeha Heşda Şeibî ya Selaheddînê de hatiye kirin.

Tora medyayî ya girêdayî Serokwezîriya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li nehiyeya Amirî ya Selaheddînê piştî nîvê şeva borî bi balafirên bê firokevan êrîşek bi ser Tuxaya 16emîn a Heşda Şeibî de hatiye kirin.

Hat diyarkirin ku di encama wê êrîşê de du kes birîndar bûne û ti hûrgiliyeke din a derbarê êrîşê de nehat parvekirin.

Li gorî îdiayan di wê baregehê de, milîşeyên Hizbûllahê û rayedarên Îranî jî dimînin.