Bi biryara Esed 5 wezîrên hikûmeta Samê hatin guhertin

29 March 2023 19:07 0 dîtin
Bi biryara Esed 5 wezîrên hikûmeta Samê hatin guhertin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hikûmeta Şamê ya rejîma Sûriyê ji ber karesata erdhejê û kûrbûna krîza aborî ketiye rewşeke dijwar û Beşar Esed jî ji bo guhertina 5 wezîrên kabîneyê yasayeke derxist.

Medyaya fermî ya rejîma Sûriyê ragihandiye ku Beşar Esed qanûnek derxistiye ku Fîras Hesen Qedor bibe wezîrê petrolê, Muhsin Ebdulkerîm Elî bibe wezîrê bazirganiya navxweyî û parastina mizêxeran, Ebdulqadir Coxedar bibe wezîrê endustriyê, Luey Îmadeedîn El Muncid bibe wezîrê kar û barên civakî û Emed Bostecî jî bibe wezîrê dewletê.

Li gorî zanyariyana ev guhertina di hikumeta Şamê de, piştî kûrbûna krîza aborî û felaketa erdhejê hatiye kirin ku rejîm nikare li hember rabe.