Bi biryara Mesrûr Barzanî 11 bendavên li Herêma Kurdistanê tên nûjenkirin

23 December 2021 10:32 0 dîtin
Bi biryara Mesrûr Barzanî 11 bendavên li Herêma Kurdistanê tên nûjenkirin

PeyamaKurd – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di derbarê nûjenkirin û çaksazîkirina 11 bendavên li Herêma Kurdistanê ku dikevin parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Germiyanê, razîbûn nîşan da.

Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir, ew bendav ji bendava Celî li parêzgeha Hewlêrê. Bendava Dêgele li parêzgeha Hewlêrê. Bendava Hemamok li parêzgeha Hewlêrê. Bendava Çemê Simore li parêzgeha Silêmaniyê. Bendava Hesen Koneş li parêzgeha Silêmanî, Bendava Heşezînî li parêzgeha Silêmanî. Bendava Keşkan li parêzgeha Duhokê, Bendava Qadir Kerem li Germiyan. Bendava Baweşasiwar li Germiyanê, Bendava Ava Spî li Germiyan û Bendava Herawe li Germiyan pêk tên.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha razîbûn li ser encamdana karên pêwîst nîşan daye ji bo wergirtina dawîanîna bendava Bêdohe li sînorê parêzgeha Duhokê û amadekirina perê pêwîst ji bo wê bendavê, ku bê nûjenkirin.