Mesrûr Barzanî biryara bajarokbûna 3 nahiyên Herêma Kurdistanê pesend kir
PeyamaKurd – Serokê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî, biryara bajarokbûna 3 nahiyên Herêma Kurdistanê pesend kir.
Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Kurdistanê diyar kiriye, biryara bajarokbûna nahiyên Enkawe û Pîrmam ên Hewlêrê û nahiya Baziyan a Silêmaniyê, ji aliyê Serokê Hikûmetê ve hat pesendkirin û ew nahiye bi fermî bûn bajarok.
Fermangehê eşkere kiriye, ew biryara han di çarçoveya plana kabîneya nehem a hikûmetê de ye ji bo hêsankarî û belavkirina desthilatê li Herêma Kurdistanê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja 23 Kanûna îsal, ferman dabû nahiyên Pîrmam, Enkawe û Baziyan bibin bajarok.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin