Mesrûr Barzanî: Biryara 688 ya Konseya Ewlehiyê rê da ku em xwe bi xwe îdare bikin

06 April 2023 00:20 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Biryara 688 ya Konseya Ewlehiyê rê da ku em xwe bi xwe îdare bikin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî jimare 688 rê li ber Kurdistanê vekir ku karibe xwe bi xwe birêve bibe. Barzanî weha got:

“ Biryara UNSC 688, îznê da ku alîkarî bigihê mirovên me yên li çiya û rê li ber me vekir ku em xwe bi xwe îdare bikin.”

Biryara UNSC ya 688 ew biryare ku ji rejîma Saddam re qedexe danî da nikaribe derkeve ser xeta paralel ya 36an ya Herêma Kurdistanê û qedexe kiribû ku balafirên rejîmê di ser Kurdistanê de bifirin.

Di sala 1991an de di meha adarê de li hemberê raperîna xelkê Kurdistanê Saddam Huseyin êrîşeke aberfireh kiribû, bi milyonan Kurd çûbûn ser sînorê Îran û Tirkiye. Bi biryara 688an re, xelk dageriyabû ser axa xwe, Kurdistanê ji êrîşên Iraqê parastibû û herêma Kurdistanê bi ewle kiribû. Biryar li ser daxwaza Fransa û Belçîkayê di 5 ê nîsan 1991an de hatibû dayîn.