Bi çekan êrîsî baregeheke leskerên amerîkî kirin
PeyamaKurd- Li eyaleta North Dakotaya Amerîkayê êrîşî baregeheke leşkerên amerîkî kirin û di encama wê êrîşê de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî daxuyanî nivîskî ya Hêzên Esmanî yên Baregeha Grand Forks a North Dakotayê, danê sibehê êrîşek pêk hatiye û di encamê de du leşkerên amerîkî canê xwe ji dest dane.
Li gorî daxuyaniyê, piştî êrîşê baregeh hatiye kontrolkirin û ewlehiya leşker û berpirsên din ên hatiye wergirtin. Bi sedema ku derbarê mijarê de lêpirsîn didome, navê leşkerên ku jiyana xwe ji dest dane, dê 24 saet şunde bên eşkerekirin.
Nehat eşkerekirin ku di encama wê êrîşê de zirar û ziyanên baregehê çêbûne yan na.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin