Bi daxuyaniyekê Amerîkayê êrîsên li Rojavayê Kurdistanê sermezar kir

02 February 2021 11:32 0 dîtin
Bi daxuyaniyekê Amerîkayê êrîsên li Rojavayê Kurdistanê sermezar kir

PeyamaKurd – Bi daxuyaniyekê, êrîşên li Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê Ned Price hat şermezarkirin.

Ned Price di civîneke çapemeniyê de êrîşên li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û diyar kir, ew ji ber êrîşên van demên dawî yên bi rêya wesayîtên bombekirî, nîgiran in.

Price da zanîn: “Ev êrîş gefê li gelê Sûriyê dixwe û wê deverê zêdetir nearam dike.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, du roj berê li navçeyên Ezaz û Babê teqîn çêbûbûn û di encama wan teqînan de 10 kesan can dabûn û 24 kes jî birîndar bûbûn.

Herwiha sê roj berê jî li devera pîşesazî ya Efrînê bi otomobîleke bombekirî êrîşek hatibû encamdan û di wê êrîşê de 6 kesan can dabûn û zêdetirî 20 kesan jî birîndar bûbûn.