Bi daxwaza Fransayê ENKS û TEVDEM dest bi hevdîtinan dikin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEVDEM) ku PYDê û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê vedihewîne, li ser navbeynkarî û daxwaziya Fransayê dest bi danûstandinên rasterast bikin.
Endamê Serkirdayetîya ENKS Îmad Biro ji BasNewsê re ragihandiye ku li ser pêşnyara hevpeymaniya navdewletî şerê medyayî û ragihandinê di navbera TEVDEM – ENKSÊ de bi dawî bûye û got, li ser daxwaza Fransayê ENKS û TEVDEM razî bûne dest bi danûstandinên rasterast bikin.
Biro herwiha got ku ji bo destpêkirina guftûgoyan, ENKSê daxwaza azadkirina endamên xwe û vegerandina milkên xwe ji Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin