ENKSê bersiv da daxwaza Herîrî ya destwerdanê ji Erdogan: Em red dikin!

20 June 2021 15:02 0 dîtin
ENKSê bersiv da daxwaza Herîrî ya destwerdanê ji Erdogan: Em red dikin!

PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi tundî dijî daxuyaniya Serokê Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê Nesir Herîrî derket ku ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan xwestibû, êrîşekê dijî Minbic û Til Rifatê bide destpêkirin û hêzên Kurdî ji wan herêman derxe.

ENKSê destnîşan kir, “Daxwaza Herîrî li dijî armancên şoreşa Sûriyê ye û destwerdana Sûriyê binpêkirina serweriyê ye.”

Serokê Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê Nesir Herîrî berî çend rojan li Stenbolê di konferanseke rojnamevanî de daxwaz ji Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan kiribû, destêwerdaneke leşkerî di Minbic û TiL Rifatê de bike û hêzên YPGê û HSDê ji wan her du bajarokan derbixe.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê îro di daxuyaniyekê de bersiva Nesir Herîrî da û ragihand, daxwaza Serokê Îtîlafê Nesir Herîrî a destwerdana Tirkiyê di herêmên Sûriyê de, binpêkirina serweriya Sûriyê û zêdegaviya li ser perensîbên şoreşa Sûriyê ye û ziyanê digihîne pêwendiyên di navbera pêkhateyên Îtîlafê de.

Sekreteriya ENKSê destnîşan kir, ev daxwaza Herîrî li dijî armancên Îtîlafê yên cibicîkirina azadiya gelê Sûriyê û parastina aramiyê ye.

Herwiha ENKSê got: “Ev daxuyaniya Herîrî, tenê nêrîna wî ya kesayetî ye û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê wê daxwaza wî red dike.”