Bi dronekê êrisî binkeyeke Hevpeymaniya Navdewletî kirin
PeyamaKurd – Li Hewlêrê bi dronekê êrişî binkeyeke Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê kirin, lê di encamê de ti ziyaneke madî û canî çênebû.
Li gor Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê Wayne Marotto daye zanîn, sibeha roja Înê 23yê Tîrmeha 2021ê li nêzîkî bajarokê Herîr ê ser bi parêzgeha Hewlêrê ve dronekê baregeheke hevpeymanan kire armanc.
Wayne Marotto destnîşan kiriye, wan bersiva êrîşekê li Herêma Kurdistanê daye û dibêje, ti ziyaneke mirovî û madî çênebûye.
Wayne Marotto eşkere kiriye: “Balafireke bêpîlot serê sibeha Înê 23yê Tîrmehê di saet 01.23 xulek, bingeheke Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê kiriye armanc, ti ziyanên canî û madî yên êrîşê nebûne, Amerîka û hêzên Hevpeymanan hişyar dimînin û di çarçoveya mafê sirûştî de, wê berevaniyê li xwe bikin.”
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê Wayne Marotto herwiha diyar kiriye, di dema kêmtir ji salekê de, 6 caran li Herêma Kurdistanê êrîşî hevpeymanan hatiye kirin û bersiva wan êrîşan hatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin