Bi gumana ISID ê gelek kes li Kurdistanê hatine girtin

15 March 2019 23:17 0 dîtin
Bi gumana ISID ê gelek kes li Kurdistanê hatine girtin

PeyamaKurd- Li herêma Kurdistanê di nava 3 salan de bi gumana ku bi İŞİD ê re dixebitin, 2 hezar û 652 kes hatin girtin. Hukumeta Herêma Kurdistanê berpirsê bersivdana raporên navdewletî Dîndar Zêbarî bi awayeka nivîskî ragihand ku kesên ji rêxistina İŞİDê hatine girtin û di dadgehan de sûcên xwe raghandine, hezar û sed kesin û di zîndanên herêmê de zîndanîne.

Di nav 3 salan de 2 hezar û 652 kes ji İŞİDê hatine girtin û ji wan 870 kes bi sedema bê sûc bûne, hatine berdan. Lêpirsîna 682 kesan jî dewam dike.

Di şerê li dijî İŞİDê de, heya sala 2017an hezar û 700 pêşmerge şehîd bûne û 9 hezar û 700 pêşmerge birîndar bûne.