Bi IHAyan êrîsê ser baregehên Amerîkayê kirin
PeyamaKurd – Îro 3 caran êrîşê ser baregehên Amerîkayê yên li Sûriyê û Iraqê kirin. Li Sûriyê li bajarê Dêrezorê grûbên bi desteka Îranê bi IHAyan êrîş kirin ser seha petrolê ya Al-Omerê ku baregeha Amerîkayê ya herî mezin li wê derê ye.
Mala Çavdêriyê ya Sûriyê (SOHR) ragihand ku êrîş ketiye wexta perwerda leşkerên Amerîkayê lê di derbarê can û mal de çi zerar heye nizane. Ev êrîş ket piştî êrîşa ser seha Koniko ya xazê.
Her weha li Dêrika Hemko jî nêzî baregeha Amerîkayê dengê teqînan hatiye lê sedema teqînê nehatiye zanîn.
Li Iraqê li bajarê Anbarê bi SİHAyan êrîş birin ser baregeha Amerîkayê ya Ayn el-Esedê lê heya niha encama zerara baregehê nayê zanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin