Bi keviran êrîsî nexwesxaneya di nav “Çeta Yenidogan” de ye kirin
PeyamaKurd – Destûrnameyên 9 nexweşxaneyên ku di bûyera “Çeta Yenidogan” de bûn, hatin betalkirin. Nexweşên li van nexweşxaneyan sewqî cihên din hatin kirin.
Nexweşxaneya Xizmetên Tenduristiyê ya Bağcilar Medilife ya ku di lêpirsînê de behsa wê hat kirin, bi şev hat kevirkirin.
Li gor nûçeya DHAyê, bi şev li dijî Nexweşxaneya Xizmetên Tenduristiyê ya Bağcilar Medilife êrîşa bi keviran hat kirin.
Di dîmenên Ekol TV û DHAyê hatin weşandin de hat dîtin ku camên nexweşxaneyê şkestin.
Destûrnameyên 10 nexweşxaneyên ku di lêpirsîna derbarê “Çeta Yenidogan” de ku ji bo rojane 8 hezar lîre ji SGKê werbigrin bû sedema mirina pitikên di lênihêrîna giran de hatibûn betalkirin.
Nexweşxaneyên ku di lêpirsînê de hatine destnîşankirin ev in:
Nexweşxaneya Avcılar a Taybet, Nexweşxaneya Taybet a TRG, Nexweşxaneya Taybet a Birinci, Nexweşxaneya Taybet a Guney, Nexweşxaneya Medilife ya Bağcılar, Nexweşxaneya Medilife ya Beylikdüzü, Nexweşxaneya Reyapê ya Stenbolê ya Taybet, Nexweşxaneya Şafakê ya Bağcılar, Nexweşxaneya Kolan a Sîlîvrî û Nexweşxaneya Çorlu Reyapê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin