Bi mosekan êrîsî binkeya esmanî ya Beledê kirin
PeyamaKurd – Li parêzgeha Selahedîn a Iraqê, bi hejmarek moşek êrîşî binkeya esmanî ya Beled kirin.
Li gor zanyariyan, herî kêm çar moşek ber binkeya esmanî ya Beled ketine xwarinê, lê belê tu zanyarî di derbarê ziyanên giyanî û malî de tune ye.
Binkeya serbazî ya esmanî ya Beled, binkeya herî mezin a esmanî ye li Iraqê û 64 kîlometre ji bakurê Bexdayê dûr e. Binkeya Beled ji aliyê kompaniyeke Yugoslavî ve hatiye çêkirin. 39 jêrzemîn û penagehek ji bo parastina balafiran tê de heye. Di serdema şerê heşt salan ê navbera Iraq û Îranê de, binkeya herî çalak esmanî ya Iraqê bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin