Bi mosekan êrîsî binkeya leskerî ya Zilêkan a artêsa Tirkiyê kirin
PeyamaKurd – Komên çekdar bi moşekan êrîşî binkeya leşkerî ya Zilêkan a artêşa Tirkiyê ya li parêzgeha Nînowa kirin.
Medya Iraqê daye zanîn, îro 03.02.2022yê hejmarek moşek ji binkeya leşkerî ya Zilêkan a li sînorê bajarokê Başîk a parêzgeha Nînowa hatin avêtin.
Heta niha zanyarî derbarê ziyanên canî û madî ya êrîşa moşekî de nehatine belavkirin û tu koman jî berpirsyartiya wê êrîşê negirtiye ser xwe.
Hêjayî gotinê ye, ew êrîşa moşekî piştî êrîşa berfireh a balefirên şer ên Tirkiyê ya li ser binke û baregehên PKKê pêk hat.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin