Bi mosekan êrîsî baregeheke leskerî ya Tirkiyê kirin
PeyamaKurd – Bi moşekan do bi şev êrîşî baregeheke leşkerî ya Tirkiyê li parêzgeha Nînowa kirin.
Li gor medyaya Iraqê diyar kir, êrîşeke din a bi moşekan li ser baregeha Zîlkanê ya artêşa Tirkiyê li navçeya Başîqa ya bakurê rojhilatê parêzgeha Nînowayê hatiye kirin.
Zanyariyên destpêkê eşkere dike, êrîşa moşekî bi moşekên Grad hatiye kirin û çend moşek li derdora baregehê ketine û tu ziyanên canî çênebûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin