Bi çend mosekan êrîsî binkeya leskerî ya hêzên Amerîkî kirin
PeyamaKurd – Binkeya leşkerî ya Eyn El-Esed li Enbarê ya hêzên Amerîkî, bi çend moşekan hat armanckirin.
Li gor zanyariyên xwecîhî, moşekên li binkeya Eyn El-Esed ketine ji cureya Katyusha bûn.
Berdevkê Operasyonên Hevbeş Lîwa Tehsîn Xefacî diyar kir, îro di saet 7:00an de, ew binkeya bi 10 moşekan hat armanckirin, lê tu ziyanên madî û canî çênebûn.
Herwiha destnîşan kir, ew 10 moşek li derveyî binkeyê ketin.
Ev ne cara yekem e binkeyên leşkerî yên Amerîkî li Eyn El-Esed ku dora 2 hezar leşkerên Amerîkî lê ne tê armanckirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin