Bi pileya 7,3 erdhejeke bihêz rû da: Hisyariya tsunamiyê hat dayîn

05 December 2018 11:30 0 dîtin
Bi pileya 7,3 erdhejeke bihêz rû da: Hisyariya tsunamiyê hat dayîn

PeyamaKurd - Li rojhilatê welatê Awustralyayê îro 5ê Kanûnê erdhejeke bi dijwariya pileya 7,3 rû da û piştî erdhejê bo tsunamiyê hişyarî hat dayîn.

Saziya Lêkolînên Erdhejê ya Amerîkayê ragihand ku navenda erdhejê Kaledonyaya Nû ya dikeve başûrê rojhilatê Zerya Mezin e.

Kaledonyaya Nû girêdayî Fransayê ye û hat zanîn, piştî erdheja mezin a bi pileya 7,3yan li herêmê çend erdhejên din ên biçûktir jî çêbûne.

Navenda Hişyarkirina Tsunamiyê ya Pasifîkê jî ji bo Kaledonyaya Nû û peravên rojhilatê Awustralyayê hişyariya tsunamiyê da.