Li Kubayê bi dijwariya 7.7 pileyan erdhejek çêbû: Hisyariya tsunamiyê hat kirin

29 January 2020 10:41 0 dîtin
Li Kubayê bi dijwariya 7.7 pileyan erdhejek çêbû: Hisyariya tsunamiyê hat kirin

PeyamaKurd – Li herêma di navbera Kuba û Jamaîkayê bi dijwariya 7.7 pileyan erdhejek çêbû. Bo tsunamiyeke muhtemel welatî hatin hişyarkiri.

Navenda Lêkolînên Jeolojiyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (USGS) piştî erdhejê ji bo Jamaîka, Kuba, Belize, Honduras û Giravên Caymanê hişyariya tsunamiyê da.

Navenda Lêkolînên Jeolojiyê ya Amerîkayê (USGS) ragihand ku bi dijwariya 7.7 pileyên rîxterê erdhejek çêbûye û ji bo bo welatên wekî Jamaîka, Kuba, Belize, Honduras û Giravên Caymanê hişyariya tsunamiyê hat dayîn.

Erdhej li herêma Kuba û Jamaîkayê û 10 kîlometre di bin behre de pêk hat.

Derbarê zirar û ziyanên canî û madî de tu agahî nehatin belavkirin.