Li Dêrsimê bi dijwariya 4.2 pileyan erdhejek çêbû

23 December 2019 11:19 0 dîtin
Li Dêrsimê bi dijwariya 4.2 pileyan erdhejek çêbû

PeyamaKurd - Li Pilemûriya Dêrsimê îro danê sibehê bi dijwariya 4.2yan erdhejek çêbû.

Li navçeya Pilemûriyê ya Dêrsima bakurê Kurdistanê, îro Duşemê (23.11.2019) berê sibehê saet 02.58an, bi dijwariya 4.2yan a Rîxterê erdhejek çêbû.

Li gorî malpera Rêveberiya Afet û Rewşên Lezgînî (AFAD), li navçeya Pilemûriya Dêrsîmê îro danê sibehê saet 02.58an, bi kûrahiya 7 kîlometreyan erdhejêk çêbû.

Hat hîn bûn ku di wê erdhejê de zirar û ziyanên madî û canî çênebûne.