Li Dêrsimê erdhejeke bihêz çêbû
PeyamaKurd - Li bajarê Dêrsim ê Bakurê Kurdistanê danê êvarê erdhejeke bi pileya 4,3 çêbû
Serokatiya Rewşên Bilez û Karesatan a Tirkiyê (AFAD) ragihand ku navenda erdhejê navçeya Pulumur a Dêrsimê bûye û li demjimêr 16:28 xulekan rû daye.
Hate diyarkirin ku pileya erdhejê 4,2 û kûrahiya wê ya binê erdê jî 8,7 kîlometre bûye.
Hêjayî gotinê ye, li navçeya Geverê ya Colemergê doh hejmarek erdhejên bi pileyên 4,4, 3,5, 4,5, 3,8 û 2,1 çêbûbûn û herî kêm 28 xaniyan zirar dîtibû. Derbarê ziyanên erdheja Dêrsimê de ti agahî nehatine belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin