Li Meresê erdhejeke bihêz çêbû

09 June 2024 08:20 0 dîtin
Li Meresê erdhejeke bihêz çêbû

PeyamaKurd - Li bajarê Mereş navçeya Goksûn a Bakurê Kurdistanê, îro sibehê erdhejeke bi hêza 4,3 pileyan çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Karesatan a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku li Mereşê navenda wê Goksûn erdhejek çêbûye.

AFADê diyar kir ku erdhej li demjimêr 06:31ê bi hêza 4,3 pileyan çêbûye û kûrahiya wê jî 7,0 kîlometre ye.