Li Meresê erdhejeke bihêz çêbû

05 May 2023 19:12 0 dîtin
Li Meresê erdhejeke bihêz çêbû

PeyamaKurd - Li bajarê Mereş ê Bakurê Kurdistanê, îro 5ê Gulanê danê êvarê erdhejeke bihêz çêbû.

Serokatiya Rewşên Bilez û Karesatan a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro 5ê Gulanê li demjimêr 17:52yan li navçeya Goksun a Mereşê bi pileya 4,6 erdhej çêbû.

Herwiha AFADê daye zanîn ku kûrahiya erdhejê ji zemîna erdê 7,55 kîlometre bûye. Derbarê xisarên erdhejê de ti agahî nehatine.

Piştî erdhejên wêranker ên 6ê Sibatê, di çend rojên dawî de li heman herêma erdhejê erdhejên mezin ên bi ser 4 û 5 pileyan çêdibin ku ev jî careke dibe sedema tirsê di nav xelkê de.