Bi serokê Brezilya ku bi Trump re civiyabû vîrûsa korona derket
PeyamaKurd - Rojnameya Journal O Dia ya Rio de Janerioyê ragihand ku testa Serokê Brezilya Bolsonaro ya vîrûsa korona pozîtîv derketiye.
Li gorî rojnameyê di testa yekemîn de bi serokê Brezîlya re vîrûs peyde bûye û niha li benda encamên testa duyemîn in.
Piştî belavbûna vê nûçeyê Koşka Spî ya Amerîkayê jî ket rewşa amadebaşiyê ku hefteya borî Serokê Amerîka Donald Trump bi Bolsonaro re hevdîtin pêk anîbû.
Pişkinînan yekem li ser Sekreterê Ragihandinê yê Serokatiya Brezilyayê Wajngarten hatibû kirin û piştî peydebûna vîrûsê bi wî re, Trump gotibû, ew endîşe nake û pêwîstî bi testê jî nedîtibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin