Bi sîlihan êrîsê ser 2 xortan kirin û reviyan

15 September 2021 01:33 0 dîtin
Bi sîlihan êrîsê ser 2 xortan kirin û reviyan

PeyamaKurd – Li Diyarbekirê li navçeya Peyasê li ber stadyûma nû 2 xort ji xwe re rûniştibûn û 2 kesên çekdar êrîşê wan kirin û her 2 xortan birîndar kirin. Di wê wextê de polîs dewriye digeriyan û dema êrîşker polîsan dîtin reviyan.

Di êrîşê de xortên bi navên İ.A. û İ.A.Y birîndar bûn. Êrîşker 2 kes bûne, wexta polîs dibînin yek bi otomobîla xwe û yê din di nav arazî de direve. Polîs dikeve pey êrîşkeran da wan bigrin û xelkê li der û dorê tîmên tenduristiyê ji bûyerê agahdar dikin.

Her dû birîndaran dibin nexweşxanê û li nexweşxanê tên dermankirin.