Bizin ji hewsê reviyan û gur êrîsê wan kirin

11 September 2021 22:14 0 dîtin
Bizin ji hewsê reviyan û gur êrîsê wan kirin

PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê li navçeya Karakoçanê li mezra Axa di nîvê şevê de bizinên Zeynel Şinik ji hewşa malê reviyan. 90 bizinên reviyan çûn daristanê û vê carê guran êrîşê wan kirin.

Gur di êrîşê de 16 bizinan kuştin û 10 ji wan birîndar kirin. Şinik agahiyê da cendirmeyan û cendirme 50 bizinên malbatê dîtin û teslîmê wan kirin lê hina 14 bizin wenda ne. Cendirme bi dronan li arazî nihêtrin da bizinan bibînin lê heya niha nehatin dîtin.