Bi topên Hawanê li “xetta kesk” xistin
PeyamaKurd- Artêşa Iraqê ragihand ku bi sê guleyên topên Hawanê li “xetta kesk” ya ku balyozxaneyên dewletên biyanî û misyoner lê dimînin, dan.
Artêşa Iraqê ragihand ku top li deverên terkkirî ketine û di encamê de zerara can an mal çênebûye. Lê piştî bûyerê ji aliyê medya Iraqê de hat ragihandin ku ji balyozxaneya Amerîkayê dengê sîrenan hatiye.
Hêj ti kes êrîşê negirtiye ser xwe lê 2 roj berê, gruba mîlîs ya Şîa li Iraqê gotibû “eger welatê me terk nekin”, wan bi lêdanê tehdîd kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin