Biden: Amerîka di dîroka cîhanê de artêsa herî bihêz e

22 October 2021 12:31 0 dîtin
Biden: Amerîka di dîroka cîhanê de artêsa herî bihêz e

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden da zanîn, Çîn û Rûsya di warê serbazî de pêngavên baş avêtine, lê Amerîka di dîroka cîhanê de artêşa herî bihêz e.

Joe Biden diyar kir; Amerîka di dîroka cîhanê de artêşa herî bihêz e û divê Çîn û Rûsya vê yekê bizanin.

Biden eşkere kir, divê Çîn û Rûsya û hemû welatên cîhanê ber çavê wan zelal be ku Amerîka li cîhanê xwedî artêşa herî bihêz e.

Serokê Amerîkayê destnîşan dike; pêwîst nake nîgeranî çêbibe ku ew bihêztir dibin, li şûna wê ew nîgeran in ku Çîn û Rûsya di çalakiyên xwe de lez bikin û rastî xeletiyeke mezin bibin.