Biden du generalên jin di nav artêsa Amerîka de erkdar kirin

09 March 2021 21:43 0 dîtin
Biden du generalên jin di nav artêsa Amerîka de erkdar kirin

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Joe Biden, doh 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî du generalên jin di artêşa Amerîkayê de erkdar kirin.

Hat ragihandin ku generala hêzên asmanî Jacqueline Van-Ofost di fermandariya veguhestina lojstîk Transcom de hat erkdar kirin ku di artêşê de jina yekemîn e bilindtirîn payeya bi 4 stêrkan wergirtiye.

Herwiha Joe Biden generala bi sê stêrkan Laura Richardson jî di fermandariya leşkerî ya başûr Southcom de erkdar kir.

Biryara Joe Biden ji aliyê senatoya Amerîkayê ve were pesendkirin, wê her du jinên leşker bibin duyemîn û sêyemîn jinên di dîroka Amerîkayê de ew erkên bilind di nav artêşê de bi dest xistine.

Biden li ser erkdarkirina herdu generalên jin ragihand: “Îro Roja Jinan a Cîhanê ye û divê em destkeftiyên her duyan jî teqdîr bikin."